HPG: Êrişên hewayî ên dewleta Tirk bê encam man

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di salvegera Serketina Garê û komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. HPG’ê got, “Dewleta Tirk ji van êrişan ti encam bi dest nexist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên hewayî ên dewleta Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“7’ê Sibatê Qada Gundê Yekmalê a li herêma Garê,

11’ê Sibatê li herêma Metînayê qada Koordîne û gundên Serarû, Êdinê û Dêşîşê,

12’ê Sibatê Qada Werxelê a li herêma Avaşînê; Qadên Şikefta Birîndaran, Girê Şehîd Simko, Çemço, Sîda, Karker, Kela Bedewê, Çiyayê Reş û Girê Şehîd Şahîn ên li herêma Zapê,

13’ê Sibatê qada Girê Çarçêl ya herêma Metînayê; Qada Kafya, Girê Zengilê, Deriyê Hirçê, Gundên Gûzê û Bîlmedê yên li herêma Garê; Girê Cûdî û qada Fileha a li herêma Zapê,

14’ê Sibatê gundê Zevkanê yê li herêma Garê; Qadên Şikefta Birîndaran, Karker, Çemço ên herêma Zapê û

15’ê Sibatê Girê Rostê yê li herêma Xakurkê bi helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button