”Parlamentoya Iraqê ji bo desrxistina leşkerên Tirk di nava tevgerê de ye”

Parlamenterê YNK’ê yê Iraqê Salih Feqî diyar kir ku ji bo derxistina leşkerên Tirk ji herêmê, liv û tevgerek di nava parlamentoyê de heye.
Rûsipiyên wargeha penaberan a Mexmûrê û Şêniyên navçeya Kelar a Germiyanê jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Welatiyên başûrê Kurdistanê jî da zanîn armanca êrîşên dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistan û hinek herêmên Iraqê dewam dike.

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê a li dijî dagirkeran jî bê navber dewam dike.

Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe ya li hemberî dagirkeriyê diparêzin. Heya niha jî bertekek diyar nîşan nedane.

Li ser bêdengiya parlamentoya Iraqê parlamenterê YNK’ê yê li parlamentoya Iraqê, Salih Feqî ji televziyonek Iraqê re axivî.

Salih astengiya li hemberî biryara derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka herêmê, bi lihevkirin di navbera Enqere û rejîma berê ya Iraqê ve girêda.

Her wiha ragihand ku ji bo derbazkirina biryarê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk, liv û tevgerek di nava parlamentoyê de heye.

Rûspiyên Mexmûrê êrîş şermezar kir

Rûsipiyên wargeha penaberan a Mexmûrê jî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Rusipiyan bi daxuyaniyekê bang cerdevanan kirin ku nebin hevkarê dijmin û li hemberê gerîla şer nekin.

”Armanca dewleta Tirk dagirkirine”

Şêniyên navçeya Kelar a Germiyanê jî dan zanîn armanca dewleta Tirk ji êrîşan dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê ye.

”Divê dewletên cîhanê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin”

Berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) ya Silêmaniyê Osman Zîndanî jî li ser mijarê axivî.

Osman diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk firehkirina desthilatdariya faşîzma Tirk e û got,

‘”Divê dewletên cîhanê, hikûmetên başûrê Kurdistanê û Iraqê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rawestin û bibin xwedî helwest.

Back to top button