Greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ket roja 162’an

Bi armanca bidawîbûna tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan, greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê di meha xwe ya şeşan de dewam dike.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay diyar kir tecrîd gihîştiye asteke g metirsîdar û bang li desthilata Tirk kir ku deriyê Îmraliyê veke.
Kongreya Demokratîk a Gelan jî got ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê bi dawî bibe.
Kurdan û dostên xwe jî li Fransayê li ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tecrîd şermezar kirin.

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya grevê bi dewrgirtian koma 33’yemîn di roja 162’yan de dewam dike.

Girtiyên di grevê de ne didin zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya xwe bi berxwedaneke mezin bidomînin.

Grevên birçîbûnê li Wargeha Mexmûrê û li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê didomin

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclisa Îştarê di roja 141’an de dewam dike.

Çalakî ji aliyê koma 71’an ve hate dewirgirtin.

Bi heman armancê, çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ev 124 roj in li dar e.

Ebru Gunay bang li dewletê kir ku deriyê Îmraliyê veke

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî li avahiya giştî ya partiya xwe bi civîna çapemeniyê ku li dar xist mijarên di rojevê de nirxandin.

Ebrû Gunay diyar kir ku Birêz Ocalan 22 sal in di bin tecrîdek giran de digirin.

Ebrû got ku her ku Ocalan behsa modelên çareseriyê dike, nexşerêyan amade dike, pêngavên şênber davêje û balê dikişîne ser pirsgirêka Gelê Kurd, tecrîda li ser wî giran û kûrtir dibe.

Berdevka HDP’ê diyar kir ku ji ber ku dixwazin şer dewam bike, her roj cenaze bên Tirkiyê û li ser pirsgirêk û aloziyên heyî neyê axaftin, naxwazin ku Ocalan di vî warî de civakê hişyar bike û lewra tecrîdê didomînin.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay hişyariya herî dawî ya rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û got:

“Ocalan hişyariya ‘dewlet şaşiyê dike’ kiribû.

Ev hişyariya wî pir girîng e. Lê dewlet û desthilatdarî, vê şaştiya xwe dewam dike.

Em dubare dubare dibêjin, Êdî ji vê şaşiyê vegerin û deriyên Îmraliyê vekin.”

HDK: Tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bi dawî bibe

Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajarê Aydinê jî têkildarî berxwedana li zindanan daxuyaniyek da.

HDK’ê diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê di şexsê Ocalan de li girtîgehan hemûyan hate belavkirin.

Meclisa HDK’ê got ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê tavilê bi dawî bibe.

Li ber dadgeha mafê mirovan a Ewropayê li dijî tecrîdê çalakî pêk hat

Kurd û dostên xwe yên li Ewropayê jî ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst li dijî tecrîdê li bajarê Strasboûrg a Fransayê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) çalakiyek pêk anî.

Çalakî di çarçoveya kampanya ‘Em dibêjin NA’ de hete kirin.

Jinên ciwan gotin ku ew dixwazin bi rayedarên DMME’yê re bicivin û têkildarî rewşa Rêber Ocalan dosyayekê pêşkêş bikin.

Back to top button