Mamosteyên li Şehbayê êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Îro mamosteyên herêma Efrînê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi dehan mamosteyên herêma Efrînê li qada Peymangeha Viyan Amara ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn.

Mamosteyan piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla a li hemberî êrişên hovane yên artêşa Tirk, nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armancên dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têkçûna xwe li Garê bide ji bîrkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de berxwedana lehengên li çiyayên Kurdistanê û Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê hate silavkirin.

Daxuyanî bi sloganên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê, bi dawî bû.

Back to top button