TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anîn

TEV-ÇAND’ê û Kevana Zêrîn hunermend û gerîla Hozan Mizgîn bi daxuyaniyekê bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hozan Mizgîn li ser armanca xwe zelal bû û jiyaneke bi zanayî dabû ber xwe.

TEV-ÇAND’ê û Kevana Zêrîn da zanîn ku 1970’yî dema ku tevgera Apocî geş bû Hozan tevlî nav têkoşîna şoreşger bû û got,

Hozan Mizgîn li nav gel di xebatên propaganda û ajîtasyonê de berpirsyariya xwe ya şoreşger bi cih anî.

TEV-ÇAND’ê û Kevana Zêrîn anî ziman ku şehîd Mizgîn bû lehenga neteweyî ya gelê Kurd û navê xwe bi tîpên zêrîn li dilê gelê Kurd nivîsî.

TEV-ÇAND’ê û Kevana Zêrîn di şexsê şehîd Mizgîn de hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bîr anî..

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) 11’ê Gulana 1992’an şehîd bû.

Back to top button