Rêveberî û rêxistinên herêma Firatê êrîşa li ser HDP’ê şermezar kirin

Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl yên herêma Firatê bi daxuyaniyan êrîşên li ser HDP’ê û girtina siyasetmedaran şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li saziyên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanê hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser siyasetmedar, hevserok û endamên HDP’ê didomin.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îro bi daxuyaniyekê li Qada Jina Azad a Kobanê, girtina 82 siyasetmedar û hevşaredarên Kurd, şermezar kir.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed bi beşdariya bi dehan endamên saziyên rêveberiya Xweser, nûnerên ji civaka sivîl û partiyên siyasî, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

Li dijî tecrubeyên demokrasî û piştevaniya komên terorîst di serî de DAIŞ’ê, desthilata Tirk a faşîst pêngavên girtin li dijî rêveber, endamên rêveber û payebilind ên HDP’ê bi hejmara 82’yan bi tewana piştevaniya Kobanê di êrişa DAIŞ’ê de, pêk anîn.

Hêdî hêdî tayên girêdana AKP’ê bi rêxistinên radîkal re ku di bin ala Osmaniya Nû de kom dibin, eşkere dibin.

Hedefa wê jî berfirehkirin û dagirkirina li ser hesabê tecrûbeyên demokrasî yên şêniyên Sûriyê ye û bi destê çeteyên sûrî, vê yekê dike.

Dewleta Tirk çeteyên sûrî kirin koleya sultanê xwînrij û li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Ermanistanê xwîna sivîlan dirijînin.

Wekî saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî vê sûcê şermezar dikin û bang li rêxistinên peywendîdar û dewletên cîhanê dikin ku li hember rejîma Eredogan a ku azadiyan diçewisîne bisekinin.

Back to top button