KCK: AKP hewl dide bi êrîşên li ser HDP’ê li ser pêyan bimîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku berxwedan û helwesta li dijî êrîşên li ser HDP’ê wezîfeya hêzên demokrasî û hemû gelan e.

KCK’ê bang li hêzên demokrasiyê, gelê Kurd, gelên Tirkiyê, jin û ciwanan kir ku li ber faşîzmê rabin û bi dirûşma ‘dema bidestxistina azadiyê ye’ têkoşînê mezin bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên li ser HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê bi êrîşên li dijî HDP’ê hewl dide li ser pêyan bimîne.

KCK’ê destnîşan kir, desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di şexsê HDP’ê de li dijî siyaseta demokratîk a Kurd û Tirkiyê êrîşeke nû ya qirkirina siyasî daye destpêkirin û wiha got,

KCK: AKP dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne

“Piştgiriya gelê Kurd a di 6,7,8’ê Cotmeha 2014’an de ya li dijî DAIŞ’ê ji xwe re kirine hincet. Dixwazin hêza li dijî faşîzmê ji holê rakin û tola têkçûna DAIŞ’ê werbigirin.”

KCK’ê da zanîn Erdogan û desthilatdariya AKP’ê di havîna 2014’an dema ku Plana Çokdanînê amade kirin, DAIŞ’ê jî êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Rojava zêdetir kiribû û wiha dewam kir,

KCK: Tenê armanca AKP’ê dijmintiya li dijî gelê Kurd e

“Niha jî gelekî zelal tê dîtin ku Erdogan û AKP’ê paralelî êrîşên DAIŞ’ê Plana Çokdanînê daye destpêkirin. Plana Çokdanînê di civîna Desteya Ewlekariya Neteweyî ya di 31’ê Cotmeha 2014’an de hate qebûlkirin û gav bi gav kete pratîkê. Hilweşandin û xerakirina bajarên Kurdan di çarçoveya Plana Çokdanînê hate kirin. Êrîşên li ser HDP’ê û zextên faşîst ên li ser gelê Kurd di çarçoveya vê planê de hate kirin.”

KCK’ê diyar kir yekane bernameyeke desthilatdariya AKP’ê heye, ew jî dijminatiya li ser gelê Kurd e.

“Ji ber vê jî gelekî pêdivî pê heye ku divê hêzên demokrasiyê û hêzên siyasî yên Kurd tifaqa xwe ya herî berfireh amade bikin. Ev desthilatdarî yek ji desthilatdariya herî qels a dîroka Tirkiyê ye. Dema faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin wê pêşiya demokratîkbûnê jî vebe.”

KCK’ê diyar kir, ji ber lewazbûna desthilatdariya AKK’ê, pêngava ‘Hilweşandina faşîzmê û avakirina demokrasî û edaletê’ hate destpêkirin û got,

KCK: Dem dema bidestxistina azadiyê ye, divê li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin

“Ev pêngav ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn pêngava demokrasî û azadiyê ye. Di serî de jin û ciwan divê gelê Kurd, hêzên demokratîk şoreşger û gelên Tirkiyê bi hev re li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin.”

Konseya Rêveber ya KCK’ê di dawiyê de diyar kirk u êrişên li dijî HDP’ê ne tenê li dijî gelê Kurd e, êrişên li dijî komên bawerî, etnîkî û hêzên demokrasiyê ye ku di bin sîwana HDP’ê de kom bûne û bang li hêzên demokrasiyê, gelê Kurd, gelên Tirkiyê, jin û ciwanan kir ku li ber faşîzmê rabin û dirûşma ‘Dem dema bidestxistina azadiyê ye’ têkoşînê mezin bikin.

Back to top button