Li Şehbayê panelek li ser tundiya li dijî jinan pêk hat

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Şehbayê bi dirûşma “Na ji kuştina jinan re” panelek li dar xist.
Panel bi encamnemeyê bi dawî bû û ji xalên wê yên bingehîn azadiya fîzîkî ya rêber APO ye.

Panel li hola Serdem a gundê Til Sosin bi beşdariya endamên sazî, meclis û endamên Kongra Star û Asayîşê pêk hat.

Di panelê de gelek kes axivîn û li ser êriş û tundiya ku di her qadên jiyanê de li dijî jinan tê kirin û siyaseta ku rê li ber vê vedike niqaş hate kirin.

Her wiha têkoşîna li dijî vê yekê jî yek ji mijara niqaşan bû.

Panel bi encamnameyê bi dawî bû.

Di encamnameyê de hate diyar kirin armanca sereke ya jinan azadiya Rêber Apo ye.

Her wiha hate gotin ku divê jin di hemû qadan de statuya xwe bi dest bixe û têkoşîna xwe bidomîne.

Back to top button