Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku jiyana alîgir û endamên wan, ji aliyê MÎT a Tirk ve di bin metirsiyê deye û tên çavdêrîkirin.
HDP’ê banga parastina jiyana endam û alîgirên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kir.
Li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan- HDP ya li Hewlêrê derbarê gef û zextên li ser jiyana endam û alîgirên wan de daxuyaniyeke çepemeniyê hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Parlamentera HDP’ê Bêrîtan Guneş ve hate dayîn.
Bêrîtan Guneş diyar kir ku endam û alîgirên wan ji ber hebûna MÎT’a Tirk ya li herêmê ne rehetin û wiha got:
Kurdên Bakurê Kurdistanê ji ber gef û metirsiya MÎT a Tirk penaberî Başûrê Kurdistanê bûn, lê niha li Başûrê Kurdistanê jî gefên MÎT a Tirk li ser wan didomin.”
“29’ê Cotmehê çend kesan kesan çavdêriya navenda me dikirin”
Guneş da zanîn di 29’ê Cotmehê de çend kesan çavdêriya Navenda wan dikirin û got:
Wan kesan hewl didan êrişî Navenda HDP’ê bikin û endaman qetil bikin, lê planên wan bi ser neketin.
HDP’Ê BANGA PARASTINA JIYANA ENDAM Û ALÎGIRÊN XWE EN LI BAŞÛR KIR
Bêrîtan Guneş bi bîr xist erkê desthilat û hikûmeta herêmê ye ku jiyana endam û alîgirên HDP’ê yên li Başûrê Kurdistanê biparêze û ev bang kir:
Divê hikûmet komplogerên li pişt van buyeran diyar bikin û ceza bikin.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovan û aliyên peywendîdar dikin, rê nedin ku jiyana penaberên siyasî bikeve bin gef û xeteriyê de.