Serokê DYA Biden li nava mexdurên Mayfield geriya

Ev nêzî hefteyekê ye ji ber bagera li Amerîka ziyaneke mezin li herêmê bûye.
6 eyaletan di warê ziyanên canî û madî de berdêlek giran dan.
Li eyaletan bêtirî 100 kes mirine.
Serokê DYA Jeo Biden jî ji bo şopandina rewşa li herêmê berê xwe ta eyaleta Kentucky.

10’ê Kanûnê li 6 eyaletên DYA ku dikevin başûr-rojavayê DYA bagerek bihêz rabû.

Bagerê herî zêde bandor li eyaleta Kentucky kir.

Tenê li vê eyaletê bêtirî 80 kes mirin.

Aqubeta gelek kesan jî nayê zanîn.

Cih war bi erdê re bûn yek..

Ji dîmenan diyar dibe ku gelek avahî û kargehên li bajarê Mayfield rûxiyan e.

Ji bo rewşa li herêmê ji nêz be bişopîne Serokê DYA Jeo Biden serdana herêmê kir.

Biden anî ziman ku dema ew li nava du bajarên eyaleta Kentucky geriya bûye şahidê wê yekê ku di nava demên dawiyê de yek ji wêraniyên herî mezin pêk hatiye.

Back to top button