QSD’Ê LI DIJÎ ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAÎŞ’ê LI DÊRA ZORÊ DEST BI OPERASYONEKÊ KIR

Hêzên Sûriya Demokrtîk serê vê sibehê, li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê dest bi operasyoneke taybet kir.

Çavknaiyên taybet ji Ronahî TV re ragihandin ku, Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Dêrazorê, li dijî şaneyên razayî dest bi opersyonekê kir.

Çavkaniya da zanîn ku, ev operasyon bi rengekî lêgerîn û şopandinê pêk tê.

QSD’ê 15 Gulanê jî operasyon berfireh pêk anî û di encamê de nêzî 50 çeteyên şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, bêbandor kirin..

Ji xwe di 21’ê Adarê de, QSD’ê dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî û teqez kir ku, wê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê operasyonên cur be cur pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button