Rêvebriya Xweser: Divê dewletên cîhanê welatiyên xwe yên DAIŞ’î wergirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk li ser êrişa DAIŞ’ê li ser hebsa Sînaa ya Xiwêran daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bang li gel hate kirin li dijî êriş û komployan xwedî li Rêveberiya xwe derkevin û ji dewletan jî hate xwestin ku çeteyên welatiyên xwe bibin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe…

Meclisê eşkere kir ku çeteyên li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî hatine perwerdekirin şandine taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kirin û got:

“Ev êriş bi armanca Hesekê kontrol bike, koorîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke.

Hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plan têk bir.”

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser: Divê welatên cîhanê çeteyên welatiyên xfwe bibin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

“Gelê me divê li dijî êriş û komployan xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Divê welatên cîhanê çeteyên welatiyên xwe wergirin.”

MSD: Xeteriya DAIŞ’ê roj bi roj zêde dibe

Meclisa Sûriya Demokrat MSD’ê jî derbarê êrişên DAIŞ’ê daxuyaniyek da…

MSD’ê eşkere kir ku dewleta Tirk bi riya êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê hewl dide hêzên QSD’ê mijûl bike…

MSD’ê diyar kir ku girtina hêjmareke mezin ya DAIŞ’ê ne karekî hêsane ku di demekê de dewletên mezin xwe ji ber dan alî û got:

MSD: Dewleta Tirk DAIŞ bi çek kir û li herêmên dagirkirî bi cih kir

Gelek dewletan û di sêrî de Tirkiyê desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê qut nekir, berovajî ew bi çek kirin û li herêmên dagirkirî bi cih kirin. Ev di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de baştir eşkere bû..

Hemwextî van êrişan, dewleta Tirk êrişî Eyn Îsa kir û ev jî ji bo bala raya giştî li ser şerê li girtîgeha Sînaa belav bike û rê ji reva çeteyan re veke.”

MSD’ê balkişand ser helwestên aliyên wek desthilata Şamê û muxalifeta binketî ku şerê li dijî DAIŞ weke sucên li dijî mirovahiyê bi nav dikin û got;

“Ev pênase ji bo van aliyan derbas dibin û ev jî di aloziya Sûriyê de diyar bû ku komkujî li gelek deveran pêk anîn û zêdetirî milyonek kes koçber kirin.

MSD’ê da zanîn ku gefên daiş’ê neqediyaye û xeteriya wê roj bi roj zêde dibe.

MSD’ê di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbuyî (NY) kir dorpêça li ser bakur û rojhilatê Sûriyê rakin û sînorek ji binpêkirinê dewleta Tirk re were danîn…”

Back to top button