Li Kobanê Festîvala 5. ya zarokan hate lidarxistin

Festîvala Zarokan a Kobanê ya 5ʹemîn bi diruşmeya “Zarok baskên azadiyê ne” hate li dar xistin.

Festîval ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê hat lidarxistin.

Bi sedan zarok û malbatên wan beşdarî festîvalê bûn.

Endama Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser Gulîstan Efrîn axivî û got, “ev festîval roleke mezin di bilindkirina moralê zarokên ku dê û bavên xwe ji ber êrişên Tirkiyê winda kirine de dilîze.

Perwerdekarê koma şano ya navenda Baqî Xido Elî Îsa jî diyar kir ku armanca festîvalê ji bo kêfxweşiya zarokane.

Piştre re, gelek komên stran û şano yên herêmê hunerên xwe pêşandan.

Back to top button