
Li bajarê Homsê, 4 kes bi idîaya ku girêdayî hêzên hikûmeta Şamê ne, bi destê çeteyên DAIŞê ve hatin kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, ev her 4 kes bi idîaya ku girêdayî hêzên Hikûmeta Şamê ne, li ser destê çeteyên DAIŞê li navçeya Sixna a girêdayî bajarê Homsê, bi awayekî meydanî hatin kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku heman kes, berî 2 mehan ji aliyên çeteyên DAIŞê ve hatibûn revandin.
Ev demek e, li sînorên navbera Homs û Dêra Zorê, şerekî dijwar di navbera Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞê de gur bûye.