Li Bordeaûx’ê ji bo piştgiriya dîlgirtiyan greva birçîbûnê hate destpêkirin

Dîlgirtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji azadiya Rêber Apo ev 89 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) ji bi piştgiriya vê çalakiyê, greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Greva birçîbûnê duh li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaûx ya Fransayê hate destpêkirin.

Di grevê de hat diyarkirin ku êrîşên li ser dîlgirtiyên di greva birçîbûnê de zêde bûne û wiha hat gotin:

“Ev 3 sal in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Di girtîgehên tîpa S û Y cezayê hucreyê li hemû girtiyan tê ferzkirin.”

Çalakvanan di grevê de li dijî van kiryar û pêkanîn de banga têkoşîn û berxwedanê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê wê 4 rojan li Navenda Civaka Kurd a Bordeaûx bidome.

Back to top button