Li Mexmûrê çalakiya dijî tecrîdê dewam dike

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan çalakiya nobetê dabûn destpêkirin, bi koma nû hat dewirgirtin.

Şêniyên Wargeha li ser navê koma nû Elî Ozgun axivî û got: “Wek tê zanîn ev 22 heyve li ser serokatiya me dorpêçek heye, ev dorpêç û tecrîda ku li ser serokatî, di kesayetiya serokatî de li ser tevahî gelê Kurd tê meşandin.

Em weke gelê Kurd vê yekê qebûl nakin û heta ku em Rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad nekin emê mîna van çalakiyan bidomînin.”

Piştî axaftinê çalakiyê bi guhdarkirina axaftinên Rêber Apo dewam kir.

Back to top button