DFG: Di erdhejê de li Tirkiyê 25 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku ji ber erdheja li Mereşê 25 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora DFG’ê, di dema erdhejê de li Semsûrê 25 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku ji ber destwerdana dereng van rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Enqereyê, malperên înternetê û qenalên Youtube jî di nav de 340 navnîan asteng kir.

Li gorî raporê, meha Sibatê êriş li 14 rojnamevanan hate kirin.

Her wiha 4 rojnamevan hatin girtin.

19 rojnamevan jî di dema nûçeyê de hatin astengkirin û 6 jî ketin ber lêpirsînê.

Back to top button