Çeteyan Ibrahîm Ebû Xelîl ê Efrînî li hember girtina fidyê berdan

Çeteyên dewleta Tirk li Efîrnê welatiyê bi navê Ibrahîm Ebû Xelîl ê ji Bilbilê ku beriya 12 rojan rivandibû, li hember 700 dolarî berdan.

Efrînê POST ragihand ku welatiyê bi navê Ibrahîm Midewer Ebû Xelîl ê di 27 Kanûna 2022’an de hatibû revandin, beriya 12 rojan hate berdan.

Efrîn POST da zanîn ku çeteyên navê Polîsên Sivîl li xwe kirine Ebû Xelîl li hember 700 dolarî berdane.

Ebû Xelîl ji gundê Qer Gulê ye û bavê sê zarokan e.

Hate diyarkirin Ebû Xelîl bêyî ku tiştek kiribe hatibû revandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 45 darên din ên zeytûnê birîn

Li aliyek din li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cûqê yê bajarê Efrînê 45 darên zeytûnê birîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Izet Oso yê ji gundê Badîna yê navçeya Mabatayê ye.

Back to top button