Iraq: Wê ji bo vegera xelkê li Şengalê alîkarî bê kirin

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo vegera malbatan li Şengalê alîkarî bikin.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya planên hikumetê ya ji bo vegera Penaberan de, Hikumeta Iraqê dest bi alîkariyê kiriye.

Wê hikumet milyonek û 500 hezar dînar li ser 2 hezar û 6 malbatên vegeriyane Şengalê belav bike.

Hate gotin ku alîkariya bê belavkirin, wê ji bo malbatên ku ji wargehan vegeriyane Şengal û derdora wê be.

Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî Wezareta Koç û Koçbaran a Iraqê ragihandibû ku wê di çarçoveya bernameya hikûmeta nû ya Iraqê de di nava 6 mehan de hemû wargehên koçberan ên li Iraqê bigire.

Back to top button