BÛLDAN: DEM HATIYE KU ERDOGAN JI DESTHILATDARIYÊ WERE XISTIN

TEMELLÎ: EM Ê BI DEMOKRASIYA HERÊMÎ PÊŞIYA TIRKIYÊ VEKIN

Ji hilbijartina herêmî ya li tirkiyê re tenê 18 roj man.
Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re kar û xebatên HDP’ê jî zêde dibin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de zêdetir şaredariya bi dest bixin û got:
“Em ê bi xurtkirina demokrasiya herêmî pêşiya Tirkiyê vekin.”
Pervîn Bûldan jî got,
“Gelê me bi biryar e û dem hatiye ku em êdî Erdogan ji desthilatdariyê daxînin.”

Li tirkiyê wê di 31’ê Adarê de hilbijartina Herêmî were lidarxistin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî bi vê armancê lez daye xebatên xwe.

Di vê çarçoveyê de Hevserokên giştî yên HDP’ê bênavber mîtîngan li dar dixin, bi gel re dicivin û rastî elaqeyek mezin tên.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna eşkerekirina projeyên namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê de axivî.

Li gel Temellî nûnerên îtîfaqa HDP’ê ya kurd, namzetên hevşaredariyan û gelek kes amade bûn.

Temellî di civînê de axivî û got:

“Em bi feraseta demokrasiyê diçin hilbijartinê.

Tecrûbeya me berê heye û em bi hemû dînamîkan re parve dikin.

Her herêm bi xwesiriya xwe rêyek wiha vedike.

Em ê bendewarî û pirsgirêkên herêmî pişt guh nekin û demokrasiya herêmî jêvenegera me ye.”

HDP’Ê DANEZANA HILBIJARTINÊ YA AMEDÊ EŞKERE KIR

Rêxistina HDP’ê ya Amedê danezana hilbijartinê ya ji bo Amedê eşkere kir.

Di danezanê de gelek projeyên ji bo jin, zarok, xweza, aborî û zarokan hene.

BÛLDAN: DEM HATIYE KU ERDOGAN JI DESTHILATDARIYÊ WERE XISTIN

Li aliyekî din Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî li navçeya Karaçoban a Erzîromê ji gel re axivî.

Pervîn Bûldan diyar kir, bi vê coş û moralê wê HDP di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de bi ser bikeve.

Bûldan anî ziman, haya gel êdî ji her tiştî heye û got,

“Êdî dem hatiye ku ew ji desthilatdariyê bê xistin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.

Em ê navçeyên Erzîromê careke din radestî gelê xwe bikin.”

Leave a Reply

Back to top button