Partiyên siyasî yên li Îzmîrê tundiya polîsan a li Stenbol û Îzmîrê protesto kirin û gotin ku gel wê bersiva herî xurt bide.
Tundiya polîsan a li Stenbol, Îzmîrê û êrîşa li dijî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.
Daxuyanî ji aliyê Meclîsa TOP’ê ya Îzmîrê Îpek Karanfil ve hat dayî û got: “Hikûmet hemû gelên edalet, wekhevî, azadî û aştiyeke bi rûmet dixwazin dike hedef.”
Karanfil diyar kir ku dewlet her cure mêtingeriyê bi kar tîne û got:
“Divê neyê jibîrkirin ku êrişa li dijî Ferhat Encu li dijî malbatên Roboskî yên bi salan e ji bo Roboskî edaletê dixwazin in.
Ev şimaq li gelê Kurd û hemû beşên alîgirê demokrasî û azadiyê hatiye xistin”
Yên ku ji polîtîkayên şer û tundiyê xwe li ser pêyan digrin divê baş bizanibin ku ew ê nikaribin têkoşîna me ya mafdar bi dorpêç, binçavkirin û êşkenceyê têk bibin.
Di şexsê Ferhat Encû de, gelê me wê bersiva herî xurt bide vê êrîşê.”