Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya salane eşkere kir

Komeleya Mafên Mirovan IHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan ên di nava salekê de qewimîn eşkere kir.
IHD’ê ragihand tenê di nava salekê de 11 hezar binpêkirinên mafa qewîmêne û 81 girtiyan jî jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha IHD’ê bal kişand bandora tecrîda li dijî Rêber Apo û got, tecrîd rewşa heyî girantir dike û divê demildest ev pêkanîn demildest bên bidawîkirin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li navenda komeleyê bi civîneke çapemeniyê “Rapora Çavdêriya Mafê li Girtîgehên Tirkiyê” aşkere kir.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen rapor parve kir.

Nûray Çevîrmen, da zanîn ku di sala 2022’yan de 22 girtîgehên nû hatine vekirin û got:

Bi van re hejmara girtîgehan bûye 407. Kapasîteya van girtîgehan 296 hezar e.

Her wiha di nava îsal de tê plankirin ku 20 girtîgehên nû bên vekirin.

IHD: Ji 360 hezar girtiyan nêzî 3 hezar ji wan zarok in

Nûray, anî ziman ku hejmara girtiyan her ku diçe zêde dibe û ev agahî dan:

Li gorî daneyên Wezareta Dadê aşkere kirin bi kanûna 2022’yan ve 336 hezar û 315 girtî û hikumxwarî hene.

Lê ji 3’yê tîrmehê ve ev hejmar derketiye 360 hezar û 772 kesan.

Ji van girtîyan 2 hezar û 572 jê zarok in û 6 hezar û 223 jî bi ser 65 saliyê de ne.

IHD: Di nava salekê de nêzî 11 hezar binpêkirinên mafan

Tenê di nava salekê de li girtîgehan herî kêm 10 hezar û 789 binpêkirinên mafa qewimîne

Ji mafê xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan bigire heta mafê jiyanê gelek binpêkirin qewimîne.

Ji bilî neberdana girtiyên nexweş, bi biryarên siyasî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) pêşiya berdana girtiyên nexweş tê girtin.

IHD: Herî kêm 81 girtiyan jiyana xwe ji dest dane

Di roporê de hate destnîşan kirin ku mafê jiyanê yê girtiyan nehatiye parastin û hate gotin:

Di nava salekê de herî kêm 81 girtiyan jiyana xwe ji dest dane

“Li 33 girtîgehan 234 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine”

Bi domdarî hate diyar kirin Ji bo bidawîkirina binpêkirinan herî kêm li 33 girtîgehan 234 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistine.

Li gorî raporê li girtîgehan ji ledanê, heta gef, heqaret, lêgerîna tazî, ferzkirina sîxurtiyê û hwd bi dehan bi binpêkirn diqewime.

IHD: Tecrîd rewşa heyî girantir dike

Di rapora IHD’ê de her wiha îşaret bi pergala tecrîdê a li dijî Rêber Apo tê meşandin û bandora wê jî hate kirin.

Têkildarî vê yekê Nûray Çevîrmen got: Li Tirkiyê 14 girtîgehên tîpên F, 19 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 7 girtîgehên Tîpa S hene û herî zêde binpêkirin li van girtîgehan diqewimin.

Ev girtîgehên ji ber bandora tecrîda li Îmraliyê hatine vekirin pergala tecrîdê girantir kirine.

Endama Desteya Rêveberiya Navendîya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen dawiyê de anî ziman tecrîd rewşa heyî girantir dike û bang kir ku ev pêkanîn demildest bên bidawîkirin.

Back to top button