Meclîsa navçeya Girkê Legê êrişên li dijî herêmê şermezar kir

Meclisa Girkê Legê êrişên dagirkeriyê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrişan bi erkên xwe rabin.

Meclisa Navçeya Girê Legê derbarê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bê cudabûna di navbera zarok, jin û pîran êrişên xwe li dijî hermê dewam dike.

Meclîsê diyar kir bibîrxist êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hemû pîvanên navneteweyî bin pê dike û wiha hate gotin:

Ev tişt diyar dike ku sermayedarî û hevpeymanîya navdewletî û welatên herêmê bi serkêşîya Tirkîyê projeyek nemirovane pîlan dikin da ku gelê herêm ji mafên xwe bêpar bikin.

Ev yek eşkere nîşan dide ku armanca van hêzan vejînkirin û nûkirina Peymana Lozanê ye.

Meclisê di dawiyê de êriş şermezar kir û bang li cîhanê kir ku li dijî binpêkirin dewleta Tirk ên der heqê gelê herêmê bi erkên xwe rabin.

Hêrsa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê

Back to top button