Stasyona Elok-Danûstandinên UNICEF yê bi Tirkiyê re têk çûn

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis ragihand, danûstandinên UNICEF’ê bi dewleta Tirk a dagirker re, yên ji bo xebitandina stasyona Elok, têk çûne.

Îsa Yûnis ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî û diyar kir, ku peydakirina avê ji bo Rêveberiya Xweser û welatiyan bûye astengiyek.

Yûnis da xuyakirin ku bi bilindbûna pileya germê re zehmetiyên welatiyan ên peydakirina ava vexwarinê zêde dibin û got: “Armanca dewleta Tirk ji qutkirina ava stasyona Elok ew e ku şêniyên herêmê bide koçkirin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.”

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku destwerdanê bikin û dawî li êşa xelkê bajarê Hesekê bînin.

Şaredariya Qamişlo sîtêrên avê şandin Hesekê

Back to top button