QSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 3 şervanên wan derewandin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSD’ê de hate gotin;
“Li gorî daxuyaniya îro ya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, dema hêzên me li herêma Serêkaniyê – Girêspî amadekariya êrîşê dikirin, di encama hedefgirtina hêzên me de 3 şervanên me şehîd xistine. Ev îddîa ne rast e.”



