Fransa li dijî êrişên Tirkiyê lûtkeyeke herêmî lidar dixe

Faşîzma dewleta Tirk li dijî Sûriye û Iraqê êrişên hewayî pêk tîne.
Di van êrişên xwe de komkujiyan pêk tîne.
Berxwedana gelê herêmê ya hesabên dagirkeriyê navhev xistî bû sedema hêzên navdewletî jî deng ji xwe bînin.
Fransa dixwaze beriya dawiya salê bi beşdariya welatên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li Sûrî û Iraqê lûtkeyekê li Urdunê pêk bîne.

Rejîma dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina gelê herêmê ji 2018’an ve êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kiriye.

Ev êriş 20’ê Mijdarê bi rêya balafirên şer derbasî astekî hîn dijwartir bû.

Dagirkeriyê di van êrişên xwe de li herêmê komkujî pêk anî.

dimenê çekên kîmawî

Li Iraqê jî ji 14’ê Nîsanê ve heman êrişên dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên.

Berxwedana gelê herêmê welatên navdewletî neçar kir ku helwestekê diyar bike.

Fransa li ser mijarê ket nava tevgerê.

Koşka Elysee bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re axivî.

Macron û Sûdanî li ser êrişên dewleta Tirk yên hewayî li Sûriye û Iraqê fikarên xwe anîn ziman.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du lîderan li hev kirine ku beriya dawiya salê bi mazûvaniya Urdunê bi serokên pêşeng ên herêmê re li Emmanê civînekê li dar bixin.

Lê têkildarî welatên beşdar agahiyeke zelal nehate dayîn.

Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Macron di destpêka sala bê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî vexwendiye Parîsê.

Têkildarî wê Tirkiye were vexwendin, ti agahî nehatin weşandin.

Balyozxaneya Tirkiye ya li Parîsê ragihand ku heta niha ji bo wan ti vexwendin name nahatine şandin.

Piştî teqîna 13’ê Mijdarê li Taksîma Stenbola Tirkiyê, rejîma faşîst xwest vê yekê bike hinceta êrişeke li dijî rojava.

Her çiqasî derket holê ku ti têkliya wê bi hêzên QSD’ê re nîne jî lê rejîmê di êrişê de israr kir.

Rêveberiya Fransa beriya niha jî ragihandibû ku bi êrişeke lidijî QSD’ê wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê lewaz bibe.

Back to top button