Li Bexdayê 2 xwepêşander hatin kuştin û 25 birîndar bûn

Di xwepêşandanên duh ên Iraqê de Heşdî Şebî û hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşanderan kirin, di encamê de 2 xwepêşander hatin kuştin.
Li aliyekî din Rêberê Bilind ê Şîiyên Iraqê Elî Sîstanî jî rewatî da xwepêşandanan.

Serbazê operasyonên Bexdayê Subhî Hisên teqez kir ku Heşdî Şebî û hêzên ewlekariya Iraqê li ser rêya Mihemed Qasim a lezgîn a li bexdayê êrîşî xwepêşanderan kir û di encam de 2 xwepêşander hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.

Subhî Hisên destnîşan kir ku Heşdî Şebî li Qadên Teyeran, Wesbe, Xilanî û E’den ên Bexdayê êrîş bi fîşekên lastîk û xaza rondikrêj pêk anî û nêzî 10 xwepêşanderan birîndar bûn.

XWEPÊŞANDANÊN IRAQÎ
SÎSTANÎ REWATÎ DA XWEPÊŞANDANAN

Ji aliyê xwe ve rêberê Bilind ê Şîiyên Iraqê Elî Sîstanî rewatî da xwepêşandanên li Iraqê û got: ji ber ti rêyeke din a rûbirûbûna gendelî û nelirêtiyan nebû, xelk derketin kolanan.

Leave a Reply

Back to top button