Rûsya: Di 16’ê çile de 47 leşkerên Rejîmê bi çekên Nato’yê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di encaqmê êrîşeke çeteyên dewleta Tirk de li dijî hêhz rejîmê, 47 leşkerên rejîmê û 51 sivîl hatine kuştine.

Birêveberê Navenda Himêmîmê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 16 ‘ê vê mehê de, anku 16’ê Çileyê de hêzên rejîma Sûrî li Idlibê rastî 16 êrîşên çeteyên dewleta Tirk hatin.

Her wiha çeteyan di heman demê de, 253 êrîş li dijî rejîmê pêk hatin.

Di encamê de 47 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 77 jî birîndar bûn.

Ji sivîlan jî, 51 sivîlî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Himêmîmê destnîşan kir ku êrîşa navborî, mezintirîn êrîş bû ku çeteyan li dijî hêzên rejîmê pêk anîn û idîa kir ku êrîş bi çekên NATOyê pêk hatin.

Birêveberê Navenda Himêmîmê da zanîn ku duh jî, çeteyên dewleta Tirk êrîşî hêzên rejîmê li Idlibê kir.

Di encamê de 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button