Ji duh heya niha li bajarê Selemiyê yê gundewarên Hemeyê alozî heye.
Piştî bûyerek ku bû sedema xwepêşandanên gel û destwerdana hêzên ewlehiyê tevliheviyek heye.
Di van bûyeran de gelek kes hatin girtin û di navbera hin kesan de pevçûn jî çêbûn..M+B
Li gor agahiyan, destpêkê hejmarek kesên ji gundan hatine li kolaneke bajar .
Ew kolan nêzî dibistana amadehî ya Seyda Zeyneb bû.
Wan kesan wêneyên jinên ciwan kişandin.
Ciwanên bajêr ku mudaxleya vê yekê kirin û nehiştin wêneyên jinan bên kişandin û alozî derket.
Li vir hêzên ewlekariya giştî destwerdan kir û hejmarek ciwan girtin.
Li hemberî vê yekê xelkê bajar xwepêşandan li pêşiya avahiya Seraya li dar xist.
Xwepêşandêran daxwaza berdana ciwanan, vekirina lêpirsînê û hesabpirsîna qanûnî kirin.
Her wiha ragihandin ku piştî vê yekê erebeyek çekdar tê de ji gundan derbasî herêmê bûn.
Di navbera çekdaran û hin kesan de pevçûn derket. Ev yek jî alozî mezintir kir.
Hêzên ewlekariyê bi hewldana kontrokirina rewşê û rêgirtina li ber zêdebûna rageşiyê seferber bûne.
Ji duh heya niha li herêmê alozî heye.
Bangên aramkirina rewşê û vekirina lêpirsînê û hesabxwestina ji berpirsan tên kirin.



