Ajokarê tankereke petrolê di qezayekê de li ser rêya Hums-Tartûsê mir.
Ajokarê tankereke petrolê duh di qezayek trafîkê de li ser rêya di navbera Hums û Tartûsê de mir.
Ji ber qezayê agir bi tankertê ket, petrola dişewite li ser rê rijiya û ji ber agir rê hat girtin.
Tîmên Parastina Sivîl ji bo vemirandina agir, kontrolkirina rewşê û ewlekirina herêmê ber bi cihê bûyerê ve çûn.



