Koçberên ji Efrînê yên piştî 9 salan vegeriyan warê xwe, niha malên xwe lê dikin.
Malên wan hatine wêrankirin û madeyên lêkirina malan gelekî biha ne.
Koçberên ji Efrînê piştî vegeriyan warê dîtin ku malên wan ji aliyê çete û malbatên wan ve hatine wêrankirin.
Efrînî neçar mane ku malên xwe lê bikin. Rewşa aborî ya efrîniyan jî lewaz e û madeyên lêkirina malan biha ne.
Koçberên ku vegeriyane gotin:
Çeteyên dewleta Tirk hemû kel û pel, derî û pencereyên malan dizîne û hin mal di şer de hatine rûxandin.
Hin malbat jî dibêjin, niştecihên ji derve hatine, dest daniye ser malên me û jê dernakevin.
Pere ji me dixwazin û em nikarin bikevin malên xwe.
Yan em malan kirê dikin an jî diçin gel nasên xwe dimînin.
Koçberên ji Efrînê yên vegeriyane ji aliyên têkildar dixwazin ku zû pirsgirêka wan çareser bikin û malên wan li wan vegerînin.



