Beriya civîna NATO’yê polîsên Tirk di danê sibehê de li Stenbolê avêt li ser gelek malan û gelek kesan binçav kir.
Beriya civîna NATOyê li bajrê Stenbolê a Tirkieyê polîsan avêt li ser gelek malan û gelek kes hatin binçavkirin.
Seroka şaxa Komeleya Hiqûqnasên a Hemdemî (ÇHD) ya Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin.
ÇHDê di ser medyaya dijîtalê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Seroka ÇHDa Stenbolê Ezgî Onalan jî di nav de gelek miwekîlên wan hatiye binçavkirin û xwest operasyonên ji ber civîna NATOyê pêk tên bila bidawî bibin.
Kesên hatine binçavkirin li Emniyeta Vatanê tên girtin û hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.
Li barajê Edeneyê jî serê sibehê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku ji Komeleyên Ciwanan, Kaldiraç û Yekîtiya Têkoşînê 8 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin bi vî rengî ne: “Poyraz Aslan Serin, Gamze Topçil, Hüseyin Para, Canser Dayanır, Sudenaz Sezen, Deniz Çelik, İdil İrem İnci û Nisa Nur Güreşçi.”
Tê gotin, dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.



