Li deverên cûda yên Sûriyeyê di 4‘ê vê Tîrmehê de 8 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku me berhev kirine, li Sûriyeyê duh (4 Tîrmeh 2026) 8 kes hatin kuştin.
Li ser rêya Hums-Holayê çekdarên nenas li ser motorsîklêtekê bûn gule li kesekî reşandin û wî kuştin.
Li herêma Dumer El Beled a Şamê jî zarokekî 15 salî di êrişeke bi kêrê de hat kuştin.
Zarokek û parêzerek ku di teqîna berî du rojan li nêzî avahiya dadê ya Şamê de birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Qasimiyê yê gundewarên Şamê jî jinek ji ber pevçûna di navbera du birayan de hat kuştin.
Ciwanek ji taxa El Werd a Şamê ku du roj berê winda bibû, li ser rêya Eyn El Xedayê kuştî hat dîtin.
Her wiha li bajarê Tefes ê Derayê ciwenek li ber deriyê xwe rûniştîbû di encama teqîna bê serûber a çekê de jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Qerleq a Helebê jî ciwanek di erebeyekê xwe de ji aliyê çekdarên nenas ên li ser motorsîklêtê ve hat gulebarandin û hat kuştin.



