Li Efrînê kesekî 46 salî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hinek kesan îşkence li kalemêrekî kirin û wî birîndar kirin.
Li ser rêya navçeya Cindirêsê û gundê Celemê yê Efrînê de kesekî 46 hat kuştin .
Li gorî SOHR’ê, hin kesan bi telefonê li mexdûr geriyabû ku biçe gundê Celemê.
Piştî ku bi motorsîklêtê çû gundê navborî agahî jê qut bûn.
Aliyên têkildar der barê bûyerê de tu agahî nedane.
Îşkence li kalemêrekî kirin û wî birîndar kirin
Her wekî hinek kesan îşkence li kalemêrekî kir û wî birîndar kir.
Ew kalemêr bi navê Arif Hesen Dilo (70) tê naskirin .
Ji gundê Hîkçê yê navçeya Cindirisê ye.
Kesê bi navê Ebû Mehmûd tevî 4 xizmên wî yên ji malbata El Mengawî ew îşkence kirine.
Li gorî çavkaniyan, lêdan ji ber nakokiyeke beriya sala 2015’an di navbera gundiyan çêbûye.
Her wiha dane zanîn ku êrişkaran bi giranî li rûyê Arif xistine û wî birîndar kirine.
Li gorî çavkaniyan, malbata El Mengawî pişt bûyerê gotinên xirab li Kurdan û sembolên wan kirine.
Malbata Arif banga lezgîn li aliyên ewlehiyê kirin ku destwerdan bikin û hesabpirsînê ji êrişkaran bixwazin.



