Koçberên Efrînê yê ku piştî salên dûdirêj vegeriyan malên xwe , dîmenên wêraniyê li ber çavê xwe dibînin.
Mînak duh yek ji xelkên Efrînê dîmenê mala xwe belav kir .
Ser dîmen nivîsiye her tişt hatiye talankirin , tenê dîwarê mala min maye.
”Her tişt talan kirin, tenê diwarê mala min maye”
Cafer Cafo koçberkekî Efrînê ye li ser rûpela xwe ya Fecbookê ev dîmenê ku li ser ekranê dibînin belav kiriye.
Cafer nivisiye ku piştî 8 salan ji koçberiyê piştî ku vegeriya mala xwe tenê dîwara mane çeteyan her tişt talan kiriye.
Welatiyê bi navê Cafer Cafo ku di nava wan koçberên ku vê dawiyê vegeriya bajarê xwe Efrînê.
Her wekî beriya niha çalakvanê Mafê Mirovan Ibrahîm Şêxo gotibû:
“Gelek ji malbatên Efrînê di konan de dijîn ji ber hin malbat li malên wan asê mane û dernakevin.”



