Li Nîjeryayê, bi dehan dizekan êriş birin ser 7 gundan, herî kêm 66 gundî hatin kuştin

Li eyaleta Kebbî ya li bakur rojavayê Nîjeryayê, bi dehan dizekên heywanan êriş birin ser 7 gundan. Herî kêm 66 gundî qetil kirin.

Berdevkê polîsan Nafîû Abûbakar diyar kir ku kesên çekdar bi motorsîkletê êriş kirin û bi qasî ku tespît kirine 66 kes hatine kuştin.

Berdevkê polîsan anî ziman ku êriş 3 Hezîranê roja Pêncşemê li 7 gundan hate kirin û got:

“Ji bo asta hilweşînê ya ku çete bûne sedem û lêgerîna li cenazeyan, lêpirsîn dewam dike.”

Meha Nîsanê li heman herêmê, kesên çekdar ji bo dizîna pez gundekî navçeya Sakaba dagir kiribûn û di şer de 9 polîs hatibûn kuştin.

Ev komên kirîmînal ku ji aliyê hikumetê ve ‘çete’ tê pênasekirin, bi dehan sal in li bakur rojavayê Nîjeryayê û li herêma navîn terorê li gel dikin.

Ev çete êrişî gundan dike, heywanan didizin û ji bo fîdyeyê mirovan direvînin.

Baregehên çeteyan jî li daristana Rûgû ye ku li eyaletên Zamfara, Katsîna, Kadûna û Nîjerê yên Nîjeryayê ye.

Back to top button