1. Konferansa Parastina Ciwanan a herêmê Cizîrê ku li bajaroka Rimêlan bi beşdariya 350 delegeyî di roja 2’emîn de bi dawî bû. Di konferansû de palansaziya xebatan hate derxistin û meclisa ciwanan a herêma Cizîrê hat hilbijartin.
Di roja 2. a konferansê de sinvizyonek li ser nirxandinên rêber Apo, ciwanan û rola wan di têkoşîna rizgariyê de û çalakiyên wan ên li herêmê hate pêşandan.
Di konferansê de rapora rêxistinî ya kar û xebatên ciwanan a salane hate xwendin û derbarê wê de nîqaş hatin kirin.
Her wiha rola ciwanan a di pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û şerê gel ê şoreşgerî de, hatin nîqaşkirin.
Konferans bi palansaziyekê û hilbijartina meclisa ciwanan a herêma Cizîrê bidawî bibe.