Parêzerê Alman Lukas Theune: Mînaka tecrîda li Îmraliyê tu deverê nîne

Di asta navnatewî de bi sedan parêzeran ji bo biçin Îmraliyê bi Rêber Apo re hevditînê bikin serlêdankirin. Parêzerên ku dixwazin biçin Îmraliyê dibêjin, mînaka tecrîda giran ya li Îmraliyê li tu devera cîhanê tune ye û bang li rêxistina CPT jî kirin ku biçe serdana Îmraliyê.

Ev 18 mehin agahî ji Rêber Apo nayê girtin û tecrîd her diçe giran dibe.

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re, herî dawî 350 parêzerên ji welatên cuda serlêdankiribûn.

Ji parêzerên serlêdan îmze kirî hiqûqnas Lukas Theune yê Alman, têkildarî serlêdanê axivî.

Lukas da zanîn ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu deverekî nîne û got:

“Bi vê rewşê re hemû qanûnên li her devera cîhanê tên binpêkirin.

Parêzer lukas anî ziman desthilta Tirk tecrîda li dijî Rêber Apo di hela xwe de bikar tîne û ji kontrolê derketiye.

Parêzerê Alman Lukas Theune: Tirkiye li gorî serê xwe nikare kesek ji mafê heviyê bêpar bihêle

Tekildarî helwesta DMME jî Lukas diyar kir divê DMME pir bi vekirî nîşanî Tirkiyê bide ku nikare biryaran binpê bike û got:

“Mafê dewletên Ewropî heye ku ji ber tecrîdê cezayan li Tirkiyê ferz bikin.”

Der barê binpêkirina mafê heviyê de jî parêzer Lukas da zanîn Tirkiye li gorî serê xwe nikare bibêje “min kesek ji mafê hêviyê bêpar hişt.

Ji ber ev rewş derhiqûqî ye û Tirkiye sûc dike.

Parêzerê Alman Lukas Theune: Li dijî tecrîdê divê herkes rabe

Di dawî de parêzer Lukas Theune bang kir ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo divê herkes dengê xwe derxînê û got:

“Heke em bikarin vê bikin, dê Erdogan berdelekî giran ê siyasî bide.”

Sekreterê Yekitiya Hiqûqnasên Ewropayê Thomas Schmîd: Divê cpt biçe Îmraliyê û derbarê serdanê de raporekê amade bike

Têkildarî mijarê Sekreterê Yekîtiya Hiqûqnasên Ewropayê yên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (ELDH) Thomas Schmîdt  jî di malpera The Brûssels Tîmesê de axivî.

Thomas diyar kir ji ber ku serdana parêzeran hatiye qedexekirin derbarê tendirustiya Rêber Apo de li ber destê wan agahiyên nû tune û got:

“ji bo ku derbarê Îmraliyê lêpirsînek were vekirin divê ev tişt bibe sedem.”

Thomas bi bîr xist ev du salin ji Îmraliyê agahî nayê girtin û bang li rêxistina CPT kir ku biçe serdana Îmraliyê.

Bedran Hemo: Divê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo têkoşînê bê mezinkirin

Endamê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Bedran Hemo jî der barê bêdengiya navneteweyî ya li dijî tecrîda li rêber Apo axivî.

Bedran Hemo destnîşan kir ku bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku li Îmraliyê binpêkirinan li dijî rêber Apo pêk bîne.

Bedran Hemo anî ziman girankirina tecrîda li dijî rêber Apo şerê derûnî yê li dijî gel e û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button