Hedla Hesen: Gelê Şengalê dê bi berxwedana xwe van êrişan têk bibe

Bertekên li dijî êriş û planên ji bo dagirkirina Şangalê roj bi roj zêde dibin. Rêvebera TEV-DEM’ê Hedla Hesen got, wê gelê Şengalê bi berxwedana xwe van êrişan bişkîne. Ciwanên Êzidî yên Efrînê jî diyar kirin ku Iraq û PDK’ê dixwazin careke din gelê Êzidî bênasname bihêlin.

Bertekên li dijî êriş û planên dagirkirina Şengalê zêde dibin.

Yek ji rêveberên TEV-DEM’ê Hedla Hesen êrişên li ser Şengalê şermezar kir û got:

“Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir hikumeta Iraqê bêdeng ma û bi tenê gerîlayên azadiyê û hêzên Şengalê li ber xwe dan.

Niha careke din hewldanên dagirkirina Şengalê tê kirin, lê bi saya berxwedana hêzên Şengalê dê ev êriş jî werin şikandin.”

Hedla diyar kir ku li Şengalê rêveberiyeke xweser heye û gel xwe bi rê ve dibe û wiha anî ziman:

“Malbata Barzanî û dewleta Tirk a dagirker dixwazin van destketiyên li Şengalê tune bikin.”

Ciwanên Êzidî yên Efrîn: Bi van êrişan dê nikaribin vîna gelê Êzidî bişkînin

Ciwanên Êzidî yên Efrînê jî bi daxuyaniyekê êrişên PDK’ê, dewleta Tirk û hikumeta Iraqê li dijî Şengalê şermezar kir.

Daxuyanî li navçeya Ehdas a Şehbayê ji aliyê endama Yekîtiya Êzidîyan Orîvan Menan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin dewleta Tirk a dagiker bi desteka gelek aliyan roj bi roj êrişên xwe berfirehtir dike wiha hat gotin,

” PDK piştgiriya êrişên dagirkeriyê ên li Başûr dike.

Hikumeta Iraqê û PDK dixwazin gelê Êzidî cardin di qirkirinekê re derbas bikin û bênasname bihêlin.

Bila her kes bizanibe ku Şengal ne Şengala berê ye, gelê Şengalê êdî xwe bi rêxistin kiriye, xwedî rêveberî, statû û îradeyek xwe parastinê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gelê Şengalê hate silavkirin.

Back to top button