“Dê berxwedana Rêber Apo, gelê Kurd û gerîla bi ser bikeve

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur diyar kir ku êrîş û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê girêdayî hev in. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Thomas Schmidt jî xwest ku CPT’ê serdana Îmralî bike.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan, li her derê û bi her awayî di nava tevgerê de ye.

Li Îmralî tecrîd giran kiriye û li Bakur rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê êrîş dike.

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur diyar kir ku êrişên li ser gelê Kurd û tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, girêdayî hev in.

Mûnzûr destnîşan kir ku bi berxwedana li Imarlî û hemû beşên Kurdistanê, wê serkeftin para gelê Kurd be.

Munzur êrişên li ser gelê Kurd û bêdengiya di qada navneteweyî de rexne kir û banga darizandina dewleta Tirk kir.

Ferzende Mûnzûr: Divê CPT’ê zû bi erka xwe ya mirovî rabe

Munzur bal kişand ser rol û misyona CPT’yê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re û bang lê kir ku zû bi erka xwe rabe.

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur diyar kir ku Rêber Ocalan hêza çareseriyê ye û ji bo wê jî divê ev tecrîda girankirî bi dawî bibe.

Parêzer Thomas Schmidt: Divê CPT serdana Îmraliyê bike

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH) Thomas Schmidt xwest, astengiya li pêşiya hevdîtina parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya bi rêber Ocalan re bêne rakirin û got:

“Dihate hêvîkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê li gorî pêşniyarên rapora CPT ya li ser serdana 6-17’ê Gulana 2019’an hate amadekirin, sererastkirin bê kirin, lê belê cezayên nû yên dîsîplînê û qedexe têne ferzkirin.”

Schmidt bang li CPT kir ku rapora xwe ya 5’ê Tebaxa 2020’î bişopîne û tedbîrên pêwîst werbigire, li dijî qedexeya serdana parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê bikeve nava liv û tevgerê, serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û raporekê li ser amade bike.

Back to top button