Sê jinên Şoreşger yên Kurd Sara, Rojbîn û Ronahî di salvegera şehadeta xwede li gundê Bîrcarî yê girêdayî Şengalê hatin bîranîn.
Jinên ji pêkhateyên Ereb yên Şengalê, şehîdên komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bîranîn.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinên Ereb li gundê Bîrcarî ya girêdayî Şengalê, têkildarî jiyan û têkoşîna hersê şehîdan civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Beriya civînê dokûmentera li ser jiyan û têkoşîna Cansiz ya bi zimanê Erebî hate nîşandan.
Piştre Endama Meclîsa Jinên Ereb Fatma Mistefa behsa kesayeta Cansiz, rola wê ya di têkoşîna azadiyê ya Kurd û jinan de kir.
Her wiha li ser komkujiya Parîsê, berpirsên komkujiyê jî jinên kombûbûn agahdar kir.
Jinan eleqeyeke mezin nîşana dokumentera, ‘Jiyana Min her tim Şerbû’ û civîna têkildarî jiyana Cansiz dan.



