Cenazeyê Mensûr Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin

Piştî ku rejîma Îranê rê neda cenazeyê sînamegerê Kurd Mensûr Kerîmiyan li Rojhilat were veşartin, cenaze îro li Silêmaniyê bi merasîmek girseyî hat veşartin.
Di merasîmê de kesên ku axivîn qala armanca şehîd Mensûr kirin û gotin: “Divê di armanca şehîdan de têkoşînê mezintir bikin.”

Cenazeyê sînemager Mensûr Kerîmiyan îro li Silêmaniyê bi merasîmek girseyî hate veşartin.

Şehîd Mensûr 23’yê Kanûna 2023’yan, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Rojava şehîd bibû.

Malbara wî piştî ku cenazeyê şehîd Mensûr li Rojava girtin xwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Lê dewleta Îranê rê neda ku cenazeyê şehîd Mensûr derbasî Rojhilat bibe.

Ji ber wê jî Şehîd Mensûr li Başûrê Kurdistanê hate definkirin.

Merasîma cenaze li Goristana Şêx Ebas ya li Silêmaniyê pêkhat.

Li ser navê saziya malbatên şehên Rojhilatê Kurdistan a li Başûr peyamek hat xwendin.

Di peyamê de qala kesayet şehîd hate kirin û wiha hate gotin:

“Şehîd Mensûr mînakek ya têkoşînê bû û hemû hewldanên wî ji bo avakirinê bûn û di aliyê hunerî de xizmetek mezin ji gelê Kurd re kir.”

Piştere li ser navê gelek partî û rêxistinan gelek kes axivîn û ev gotin:

“Sedema ev qas êş û azar ne yekîtiya me ye, divê gelê kurd yekîtiya xwe çêbikin.

Divê em têkoşînê mezintir bikin.”

Piştî axaftin û peyaman bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ cenazeyê Mensûr Kerîmiyan li Goristana Şêx Ebas ya Silêmaniyê hat veşartin.

Îranê rê neda cenazeyê Mensûr Kerîmiyan derbasî Rojhilat bibe

Back to top button