Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevpeymanek civakî lidarxist.
Meclisê di çarçoveya pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de di rûniştina xwe ya yekemîn de 7 biryarên girîng dan.
Yekemîn rûniştinên Meclisa Gelan a Demokratîk bi beşdariya Desteya hevserokatiya meclisê, endamên Meclisên Gelan ên Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên 7 kantonan, endamên komîteya fireh a sazkirina Hevpeymana Civakî hate lidarxistin.
Di civînê de bi awayekî berfireh der barê mekanîzme û xala destpêkirina pêkanîna Hevpeymana Civakî de nêqaş hatin kirin.
Di rûniştinê de 7 biryar hatin dayîn û divê herî kêm 15 rojan de werin pêkanîn.
Li gorî biryarê divê ev gav werin avêtin:
- Avakirina komseriya hilbijartinan.
- Avakirina komîteyekê ji bo danîna qanûna xebata komseriya hilbijartinan bi Meclisa Gelan a Demokratîk re.
- Aktîfkirina Meclisên Gelan, avakirina komîteya dadgeha Hevpeymana Civakî.
- Divê qanûna şaredariyan beriya hilbijartinên şaredariyan were derxistin.
- Reşnivîsa qanûna parastina dadgeha Hevpeymana Civakî were amadekirin.
- Saziya giştî ya darayê û jimaryariyê were avakirin.
- Meclisên rêveber meclisên desteyan ava bikin û Komîteya sazkirina qanûna diyarkirina destûrên meclisan û mekanîzmaya xebata wê were avakirin.