Sebrî Ok: Dewleta Tirk ji fikrê Rêber Apo ditirse, lewma tecrîdê giran dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sebrî Ok diyar kir ku nêzîkatiya dewleta Tirk ji berxwedan, felsefe û ramanên Rêber Apo ditirse lewma jî tecrîdê giran dike.
Sebrî Ok got,
“Heta Rêber Apo azad nebe wê gelê Kurd azad nebe û Tirkiyê jî demokratîk nabe.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV bû û têkildarî rojevê nirxandin kir.

Sabrî Ok bal kişand ser axaftina di navber rêber Apo û birayê wî Mihemed Ocalan ya bi rêya telefonê ku piştî çend deqan hatî birîn û got,

“Dewleta Tirk ji fikir, felsefe û ramanên Rêber Apo ditirse, lewma dixwaze têkiliya wî ya bi raya giştî re bi temamî qut bike.”

Sabrî Ok her wiha bal kişand ser îdîayên ku li ser jiyana Rêber Apo hatin parvekirin û got,

Dewleta Tirk her agahiya li ser Rêbertî bi plankirî û hesabkirî parve dike. Bi parvekirinên wiha dixwazin vê yekê asayî bikin. Lê belê hem tevgera me hem jî gelê me nerazîbûneke mezin nîşan dan. Dewlet li pêşberî vê yekê bêçare ma û neçar ma ku bihêle bi telefonê biaxivin. Lê belê telefon di nîvî de qut bû. Rêbertî helwesteke gelekî bi wate nîşan da. Peyameke girîng da. Dewleta Tirk baş zane ku Rêbertî ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyê tê çi wateyê.”

Sabrî Ok destnîşan kir ku rêber Apo li cihekî mîna Îmraliyê 23 sal in li ber xwe dide û diyar kir ku dewleta Tirk ji vê berxwedanê ditirse, lewma bi binpêkirina qanûnên xwe û bi her awayî êşkenceyê dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di dawiyê de anî ziman ku heta Rêber Apo azad nebe wê gelê Kurd azad nebe û Tirkiyê jî demokratîk nabe.

Back to top button