Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe bi dawî kir

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Cizîrê civîna xwe ya salê bi gelek encamnameyan bi dawî kir.
Li gorî Hevpeymana Civakî ya nû divê xebat li ser pêkanîna pergalên nû yên şaredariyan were kirin.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist.

Civîn li hola Şito ya Hesekê bi beşdariya 200 deleqeyên ji meclis, rêveberî û desteyên herêmî yên kantona Cizîrê pêk hat.

Piştre cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer rapora salê xwend.

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî Îlham Mutelî li ser rewşên siyasî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî.

Îlham Mutelî: Dewleta Tirk roleke mezin di krîza Sûriyê de dilîze

Îlham Mutelî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bandora wan li ser xebata şaredariyên li kantona Cizîrê axivî û got:

“Dewleta Tirk roleke mezin di têkbirina çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê de dilîze.

Ger pirskirêka Sûriyê nayê çareser kirin pirskirêka sereke hebûna dewleta Tirke li herêmê ye.”

Dûre beşdaran li ser astengiyên par nîqaş kirin û civîn bi gelek encamnameyên girîng bi dawî bû.

Hin encamnameyên derketine pêş ev in:

  • Beşdariya aktîf di tevahî çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
  • Xebat li ser pêkanîna pergalên nû yên şaredariyan were kirin.
  • Şaredarî di tevahî xebatên xwe de li gorî Hevpeymana Civakî bi her 3 zimanan bê kirin.
  • Hejmara jinan di şaredariyan de were zêdekirin.
  • Pêşxistina çandiniyê.

Hesekê-Yekîtiya Şaredariyan civîna xwe ya sala 2023 li dar xist

Back to top button