Mihemed Şahîn: Armanca dewleta Tirk dagirkirin û hilandina tola DAIŞ’ê ye

Mihemed Şahîn; Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê şermezar kir û got: ”Êriş hemwextî salvegera rizgarkirina Reqayê pêk hat û ev jî dupat dike ku dewleta Tirk bi rêya vê êrişê, dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne.”

Mihemed Şahîn diyar kir ku ev êriş ne ya yekem e li dijî herêmê û îşaret bi peymana di navbera dewleta Tirk, Rûsya û DYA’yê de ya têkildarî agirbesta li herêmê kir.

Şahîn Rûsiya berpisa van êrişan dît û got ”Rûsiya li herêmê garantor e, diviyabû bi erka xwe rabûba û rê li ber van êrişan bigirta.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrişan dagirkirina herêmê ye û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Di dawiyê de Mihemed Şahîn da xuyakirin ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne, ji lewma endamên Rêveberiya Xweser armanc girt.

Back to top button