Di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê de çeteyek hat kuştin

Li gundewarê Idilbê û hemayê Hêzên Hikumeta Şamê bi dijwarî deverên çeteyên dewleta Tirk a dagirker top baran kir û di encamê de çeteyek hat kuştin.

Çavdêriyê Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku îro hêzên hikumeta Şamê deverên Dêr Sinbil, El-Fitêra, Sifohin, El-bara û Kensefra yên li gundewarê başûrê Idlibê û gundên Elziyara û Qilêdîn yên li Sehl El xab ya li bakurê Hemayê top baran kir.

Her weha derdora gundê Bzabor yê li gundewarê Başûrê Idiblê top baran kir, di encamê de çeteyekî hat kûştin û gelek çeteyan birêndar bûn.

Heman demê, çeteyan nuqteyên hêza hikumtê yên li Sehil El-Xab û yên li gundewarê Başûrê Idlibê hedef girtin.

Li aliyek din, belafirên şer yên Rûsyayê êrîşî derdora bajarokê El-Bar yê li gundewarê Başûrê Idlibê kir.

Back to top button