YE ji ber girtina Navalny ceza li ser Rûsya ferz kir

YE li dijî Rûsya rûyê xwe yê hişk nîşan dide.
Wezîrên Derve yên YE, ji ber girtina serokê mixalîfên Rûsya Aleksey Navalny li dijî 4 berpirsên welat biryara pêkanîna cezyan da.
Wezareta Karên Derve ya Rûsya ev yek weke şikestina hêviyan binav kir.
Wezîr Sergey Lavrov jî got,
Ger aştiyê bixwazî divê ji bo şer amade bin.

Di nava gotinên gefxwarinê de, careke din YE û Rûsya hatiye pêşberî hev.

Deshilata serokê Rûsya Vladimir Pûtîn ya bi bêdengkirina mixalîf û girtina Aleksey Navalny tê tewambarkirin bi gefên YE re rûbirû maye.

Berpirsê Bilind yê Polîtîkaya Parastin û Karê derve yê YE Josep Borrell bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwesta Bruksel ya li dijî Moskova anî ziman.

Borrell diyar kir ku Rûsya êdî ber bi rêveberiyeke deshilatdar ve diçe û ji YE dûrdikeve.

Me têkildarî rewşa Navalny, kesên ku ew cezakirin û berpirsyarin di nav de li dijî Rûsya tevdîrên tahdîtker yên di warê siyasî de girtine.

Di çarçoveya Cezayên li dijî Rrejîma Mafê Mirovan yê Gerdunî de wê cara yekem bikevin meryetê.

Û ev ceza ji doh ve li ser Rûsya pêk tê.

Borrell bi domdarî piştevaniya xwe ji bo xwepêşandêrên dadikevin qadan anîn ziman.

Rûsya: YE biryarên nikare pêk bîne girtiye

Piştî vê daxuyaniyê ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bertek hat.

Wezaretê bi daxuyaniyeke nivîskî, îdiayên YE bi “lihevanî” binav kir.

Ev yek hêvî şikandine.

Li cihê ku YE hewil bide çareseriyê bibîne bi zext û ceyzan, biryarên ku wê pêk neêne girtiye.

Lavrov: Ger aştiyê bixwazî ji şer re amade be

“Ger aştiyê bixwazî, ji şer re amade be.”

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov krîza navbera aliyan bi vê gotinê nîşan da.

Lavrov anî ziman ku Moskova amadeye ku têkliyên xwe yên bi YE re bidawî bike.

Krîza navbera aliyan piştî Moskova 5’ê Sibatê biryara dersînorkirina dîplomatên Almanya, Polonya û Swîsre da di navbera Moskova û Brûkselê de rewşa heyî derbasî qonaxekî nû bû.

Back to top button