Li Silêmaniyê, Xaneqîn û Mexmûrê Komkujiya Zaxo hate şermezarkirin

Hizba Kominîsta Karkerên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk û komkujiya li Zaxo çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de hat xwestin gel li dijî destdirêjiyên dewleta Tirk rabin.
Her wiha şêniyên Xaneqîn jî ala tirkî şewitandin û komkujiya Zaxoyê şermezar kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî komkujiya Zaxo şermezarkirin û bang li hikûmeta Başûr û ya Iraqê kirin ku baregehên tirkî li Başûr û Iraqê derxînin.

Back to top button