Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê biriyarek ji bo kirêya xaniyan derxist

Ji bo rêgirtina li bihabûna kirêya xaniyan Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bi biryarekê kirêya xaniyan û bendên din ên têkildarî kirêkirin û bikirêdayînê, diyar kir.

Di biryarê de hat diyar kirin ku kirêya xaniyan li gorî başbûna xanî tê diyar kirin û nabe ku zêdeyî 150 hezar lîreyên Sûriyê be.

Hat gotin, piştî erêkirina komînê û Nivîsgeha Karûbarên Avahîsaziyê, lihevkirin li gel şaredariya têkildar tê belgekirin.

Hat diyar kirin lihevkirina di navbera kirêkar û xwediyê xanî de belgekirina ku ji aliyê Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye derxistin, tê esasgirtin.

Hat bi bîrxistin Eqdên ku beriya derxistina vê biryarê pêk hatine, heta bidawîbûna dema wê wekî xwe dimînin. Piştre bi erêkirina her du aliyan lihevkirin tê nûkirin.

Di biryarê hat eşkerekirin yên van bendan pêk nayinin, miqdareke pere bi qasî du qat pereyên kirêyê wekî ceza lê tê birîn. Heke muxalefe dubare bibe, ev miqdar du qat dibe û eqdê wê kesî betal dibe.

Back to top button